Dilber cana vî canî
Mêkewa nav gulanî
Bi wan çavan hilandim
Te çib serê min anî
Tu yezdana evînê
Xeml û şahîya jînê
Were dilêm saxbikê
Bi ramûsankê dînê
çavên reş bide ber kil
Agir te berdaye dil
Li min pirbûn derd û kul
Dêm ji hêsran herdem şil
Vaye girtime tayê
Şêrîn çima tu nayê
Berî bimrim bibînim
Dîsan bejn û balayê
Birînên dil dermanke
Berî ji jînê barke
Poşmanî bê mifaye
Çend gazî felekêke
Lawkê Hacî

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق