☆☆☆ Helbestvan ☆☆☆
Ez ji tarîtiyê natirsim !!
Ez dikarim têde ,
Ji te bidizim ,
Herdû sêvan .
Ez ji tarîtiyê natirsim !!
Ez dikarim têde ,
Wê peyala teyî rijyayî ,
Bidim hev ,
Ji herdû lêvan .
Mane vê tarîtiyê ,
Mala min wêran kir ,
Û hişt ,
Ez bibim helbestvan .
___/ Ebdilwehab Ezîz \___

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق