إجمالي مرات مشاهدة الصفحة

الخميس، 24 أغسطس 2023

WELATÊ MIN // Ji aliyê helbestvan Mahîn Şêxanî ve hatiye nivîsandin


 WELATÊ MIN ______________________________________


Ji şîranî

Tu şîrîntirî

Ji ruh û can

Buhatirî 

Ji av û ba

Tu ferztirî

ax

Welatê parçekirî

*


Tu namûs û ol û jîne

Ji xwîşk û yar

Tu bêtirî

Tu rûmet û niştiman

Û 

Vîne 

Tu hece

Lê ji hecê muqedestirî

*


Stêrek li ezmanê mine

Ji stêrka teva

Geştirî

*

Navê te 

Pir pir buhaye

Ji navê min

Tu pêştirî


- 8 -12 -2000

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

بطل من هذا الزمان // بقلم الأستاذ علي جزيري الباحث والكاتب الكوردي ..

 كتب الأستاذ علي جزيري الباحث والكاتب الكوردي في جريدة كوردستان العدد ( 714 ) تاريخ ( 15/10/2023 ) الصفحة العاشرة حكاية بعنوان ( بطل من هذا ...