☆☆☆ Bawerî ☆☆☆
Gulê bide wê gulê ,
Ne çilmisîn evînê ,
Ne her kesek dikare ,
Ji hev derxe wê bînê ,
Gula sor gula mine ,
Ji min re bûye Zînê .
Waye li bin dara wê ,
Rûniştîme li gel can ,
Li hêviya pêjna wê ,
Tewşomewşo bû raman ,
Ka wê kengî bide min ,
Xêra xwedê ramûsan .
Gula min gulek sore ,
Bi salan min daye dû ,
Ev xelk tev de dibêjin ,
Gula te dûrî te çû ,
Bi serê wan delalya ,
Veger nêzîke û zû !! .
___/ Ebdilwehab Ezîz \___

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق