ث☆☆☆ 2 nêrîn ☆☆☆
[1]_ Kî dibêje ?
Derewe !!
Kî dibêje
Ez jê hez nakim
Bi şev pêde
Li daristanê
Ez li pêjna wê
Digerim
Û şev bi şev
Dibînim
Çawa bişkojên wê
Vedibin .
[2]_ Laş
Bi bayê re difire
Bi avê re diçe
Bi agir re dişewite
Bi axê re ji hev dikeve
Bi mejî re li hev dike
Û dimîne
Heta ..
Nefire
Neçe
Neşewite
Û ji hev nekeve .
___/ Ebdilwehab EZÎZ \___

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق