carek were
carek were bînahiya dil û can
û her dû çavan
bi hatna te buhara dil timî geşe
şaha gulan
dema tu tê li pêşber min ji min
di çe hiş û sewdan
û her şade bilbilê vînê di xwîne
rengê dînan
û ez jî wek wî mîna mûmê timî
lalim bê ziman
di nav derya vîna te de her nûq
dibim cana ciwan
bawer bike bê te hema bi carek
min nîne Jiyan
ka li halê min temaşake çilo ez
mam perişan
were qûrban ez bi gûrî derman
bikê derd û kûlan
//Alî Omer//

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق