Bêrîvanê
Kulîlka deşt û
Zozanê
Kulîlka welatê
Kurdistanê
Ey nêrgiza li ber
Çem û mêrgayê
Hesreta dilê xortayê
Zalimê poz bilindê
Bêbextê bê
Soz û peymanê
Çima tu nanhêrê
Li halê şivanê
Çima tu nanhêrê li
Halê şeydayê
Ew nexweşe
Bê halê
Ji evîna te
Tu wî dilşadî bike
Tu wî dilî derman
Bike
Halima Can Kobani/21/11/2019

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق