çima kurdo hemî êş û azar
û şîn man ji tere
ew kefte lefta bab û kalan hemî
tev çû ma ji xelkêre
bi destê xwe te wenda kır binêre
ma çi ma ye ji tere
hemî ji rik berî û kerba û kîna li
nav te de
ji wî mijkê hişk û genî yê di nav
kiloxê te de
qet buharek xweş nema bê te ser
welatê te de
devîçirkên dijminê dîn wê har bibê
di nav axa te de
mixabin hûn bûne şûr di destê zor
daran de we bi kar tînin
we dikin pir û li ser pişta we armancên
xwe pêk tînin
ew dîroka zîrîn li nav çiravên xwe de
hildwe şînin
ta kû hûn ev qeşmer bin qelse mêr bin
hûnê bin dest bi mînin
//Alî Omer //

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق