Siba cejnè ‘ mala mero
dilê mero Li ser dengê bîranînan
şiyar dibin
ko diya te wek surra bayê sibê
bihnê bide te
Belkî êş kêmtir bin.
Ger bavê mero hebe ‘ belkê kêf bêtir be
Ko welatê mero hebe
Teqez wê xem pîsik bin .
li xerîbiyê ‘
Em wek berxika dixun û dinerin
wek tûmê Firêzê em pir dibin .
nav û tav ji şekira bêtirin
bêrî ne tenê çermê me
hêviyan jî pîr dikin.
Siba cejnê li xerîbiyê
dem kerre
wek tûpişkê b’ mero vedide
wek tirênê di ser mero re diçe
û nakuje .
31 7 2020
Kûlo

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق