//bi tenê //
bi tenê kurd welatê wî
timî şîne
bûye dûzex hemî jar û
bi xemgîne
di nav derya êş û derdan
xenqîne
xweşî nayên hemî roja
tengavîne
mîna stêrên di devê şevan
de çilmsîne
buharên wê bi şermî tên
zo zerbîne
gul û çiçek lal û nesrîn
qûrmcîne
ne keyf mane ne jî şahî
dil birîne
li her alî hewar û zar û
qîrîne
bi carekî wan xêr û xweşî
qed nedîne
ew di nav xefkên şevan
de kûr di mîne
//Alî Omer //

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق