şaha canê di baxê dil de
sor gulek
li halê min temaşe tu bike
carek
bûme evdal li dû te mam
wekî jarek
te sotim ez mîna mûmê bi
carek
ne hêşê min ma ne jî di karim
bikim hizrek
evîna te mîna ewrên zivistenê
serte gelek
li ber derbên birûskên wê di
bim kêlek
pir lawazim xwe li ber nagirim
bi carek
ka binêre çilo mam ez bi rengê
perîşanek
ji bahara evîna te tenê min xwst
tê de parek
//Alî Omer//

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق