إجمالي مرات مشاهدة الصفحة

السبت، 6 فبراير 2021

Erê bavo // helbestvan Ebdilwehab EZÎZ

 \ Erê bavo ... \ ..

Gulek bû ,

Û min wê bîn kir ,

Nizanim ..

Devgirêdan bû ,

Di cih de ,

Min dîn kir .


Erê gul bû ...

Lêêêê

Ne xwezka ,

Bi wê rojê ,

Gava ku min wê dî ,

Mejiyê mabû jî firiya ,

Li van çolan ,

Mam bê xwedî .


Erê bavo ...

Min ne kir ,

Bi ya bavpîran, 

Ji bo wilo ,

Va ez dijîm ,

Wekî kwîran .


Ebdilwehab EZÎZ

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

بطل من هذا الزمان // بقلم الأستاذ علي جزيري الباحث والكاتب الكوردي ..

 كتب الأستاذ علي جزيري الباحث والكاتب الكوردي في جريدة كوردستان العدد ( 714 ) تاريخ ( 15/10/2023 ) الصفحة العاشرة حكاية بعنوان ( بطل من هذا ...