şert û mercên her gav û dem
ew li me bûn axîn û xem
şikandin li me çûk û qedem
li her alî derd û bela
em xistin nav xefkên şeva
vemrîn ew find û çira
roja me çû ne ma hila
ew bar dîsa ma ser mila
welat li me kirin kembax
şil bû birîn tev xîn û zax
canê me ço maye kelax
bi destê pîs û mertela
bajar û gund tev vala bûn
hemî jar û perîşan bûn
mîn pezê gur lê har bûn
dîsa em man tert û bela
//Alî Omer//

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق