....BRÎN XEDAR, BÊ ÇAREME....
Nalîne li çar wextê min.
Fermane li war û jîyana min.
Nemaye deng û awaze min.
Brîn xedare, bê çareme.
..Ewr bûne kelha şewatê.
..Ax mîne derya fermanê.
..Roj bûne mîne zîndanê.
..Brîn xedare, bê çareme.
Hedan mir, sebir êsîre.
Fermane li çar wextê min.
Zor û zordarî bûye jîyane min.
Brîn xedare, bê çareme.
..Dest qirêj bûne celadê min.
..Cambaz ketine jîyane min.
..Hov û nezan bela serê min.
..Brîn xedare, bê çareme.
Nayê deng ji dost û nasê min.
Nalîne bi ser derd û xeyalê min.
Har û hovin liser serê min.
Brîn xedare, bê çareme.
..Mamoste Nivîskâr Sîyasetmedar PDK -T 'ye null

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق