Dîsa ez
Bendewarê şevê me..
Demên dirêj Ez dimînim.
Bo dêmê te di heyvê de
bibînim.
Helbestekê ser
bejna te bi xemêlînim.
Bi Afirînim.
Wênê te yarê
Namê te yarê
bi bîr tînim.
Li ser sûjda qederê
Radixînim.
Wan xwenên xweş
bîranînin pir geş
gelo çawa
vegerînim

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق